Mirov, Rasteqînî û Dûrketin

Mirov carina ne bi mirovên xirab, mirovên ku bi rasteqînîya te re nameşin diweste. Têkilîyên wisa sedema hişmendiyeke teral in.

Em pir dereng fêm dikin ku wisa ye. Lewre bi salan em hîn bûn ku; Têkîlî divê bêne domandin ne kûrkirin. Lê belê mesele ne tenê sincî ye, meseleya hebûn û tunebûnê ye. Dibe ku mirovek “baş” be, bêzirar be û dibe ku ji te hez dike. Lê belê gava ji rasteqîniya te dûr e, te mezin û kûr nake û te nêzî te nake di wir de ne tenê kêmasî qutbûnek heye.

Têkîlîyên mirovan, têkîlîyan civakî, têkîlîyên hestî û ruhî mînakên herî hejîner in.

Di demên dawiyê de hema hema hemu têkiliyên klasîk bûne mehkûmê berjewendî û armancên kesayetî. Kevneşopî, çanda Kapîtalîst, rastiya şer û herwiha lîberalîzmê ev yek pêş xist.

Bi taybetî di civakên Rojhilata Navîn de malbat, hevaltî, têkîlîyên civakî gelek ji wan ne ji nêzikatiyeke kûr ji divêtiyeke nexuya pêk hatin. Hevdîtinên rojane, tevlîbûna jiyana hevpar, li ser heman sifrê rûniştin…

Ev hemû wek nêzikahî têne hesandin. Lê belê mirov di navbera wê xirecirê de ji xwe dûr dikeve.

Û dibe ku biyanîbûna mirov a ji xwe ya herî kûr e.

Rêber Apo bi salane dibêje;

“Rasteqînî, têkîlîya herî kûr a ku mirov bi xwe re damezrandiye”

Ji ber vê mesele tenê em bi kê re ne; Ev têkîlî me ber bi rasteqîniyê ve dibe an na? Lewre gava mirov ji rasteqîniya xwe dûr dikeve pêş nakeve, du hundirê xwe de perçe dibe.

Veguherandina min jî di vir de dest pê kir.

Berê, min san dikir ku gava dora min tije “ mirovên baş” be bes e. Lê bi demê re min fêm kir ku; Başbûn nayê wateya kûrbûnê. Û tu têkîlîyên ku ne kûr in mirov bi tu awayî pêş naxin.

Hin têkîlî te naêşînin… lê te pêş jî naxin. Û ev bi demê re dibe formeke rûxîner.

Di vê xalê de ez hêdî hêdî dûr ketim. Di serî de min xwe wek tawanbar hîs kir, lewre heta va salê xwe min ev hîn kir;

“Mirov baş ji her kesî re vekiriye”

Lê belê rasteqînî tiştekî din dibêje. Gava mirov ji her kesî re vekirîbe, nikara ji xwe re vekirîbe.

Rêber Apo di vir de jî behsa “etîk” dike û deriyekî vedike. Li gor wî “etîk” naye wateya ku zirarê nedî kesekî, bi taybetî tu îxaneta rasteqîniya xwe nekî.

Û cihê ewilî yê ku mirov îxaneta xwe dike, israrkirina di têkîliyên wî pêş naxine.

Bi salan bi xwendin, niqaş û kiryarên civakî me kir ku em fêm bikin lê belê me nikaribû bu temamî di jiyana xwe de pêk bînin. Helbet, têkoşîna polîtîk, xweveşartin, şert û mercên civakî û berjewendiyên şexsî sedem bûn.

Wek teorîk me fêm kiribe jî di pratîkê de em her car di dora “rasteqîniya xwe” de doş dibûn. Mirov dikare vê yekê bi şert û mercên Kurdistanê yên bi metîngerî û tepisandin heta cihekî fêm bike, lê belê rasteqîniya esasî bi hemu mirov û cihan re ango bi hemu mirovatiyê re tekîldar e.

Ji bo min pratîk piştî pêvajoyeke giran, guherandin û veguherandineke ruxandî gengaz bû.

Larîssa di vê wateyê de lêgerînereke rasteqîniyê ya ku rêya min ronahî kiriye.

Guftugo û niqaşên ku min bi wê re kirin, hewldanên wê yên ku dixwest rasteqîniyê di jiyana xwe de pêk bîne, bi hebûna xwe ya wek “ miroveke baş” hişmendiya min kûr kir.

Lewre hin mirov tenê venabêjin, te tînin bîra te. Têkîliya bi wan re ne xu ye şiyarbûn e. Bêdeng lê bihêz. Di wir de hewce nake ku her biaxivî an jî niqaş bikî. Lewre pêwendiya rast berî gotinê tê hîskirin.

Lê belê ji bo vê jî veguherandin divê. Pihêt û carinan êşbar.

Çimkî, gava tu pêş dikevî, hin tiştan li pey xwe dihêlî. Gava mirov ji derve dinêre wek dûrketin tê xuya lê di rastiyê de gava herî zor a ku mirov nêzî rastiya xwe dibe ev e.

Rasteqînî her tim aramiyê nade. Lê her tim azad dike.

Îro gelek mirova têkîlî û pêwendiyên xwe li ser esasa xwe baş û xweş hîskirinê ava dikin. Lê pêwendiya rast tim ne bilawan e. Carinan te dihêjîne, carinan te dike girîn, carinan te bi te re tîne rûbirû. Lê di dawiyê de te nêzî te dike.

Û dibe ku tam jî di vir de cudayetî dest pê dike;

Xû?

Rasteqînî?

Xû mirov eware dikin; rasteqînû vediguherîne.

Ji ber vê dikarim bi dilekî rihet bibêjim: Ev ne dûrketin an jî reva ji mirovan e, veguherîna ber bi xwe ye.

Ev veguherîn ne tenê takekesî di heman demê de çalakiyeke şoreşgerî ye. Lewre, nêzikbûna mirov a ber bi rastiya xwe, li hember rûbarî, hînbûn û têşeyên nêzikatiya çêker ên ku pergaş dispêre mirovan berxwedanek e.

Dîsa wekî ku Rêber apo gotî;

“Mirovê azad, yê ku bi rasteqîniyê re dijî ye”

Û mirovekî ku bi rasteqîniyê re bijî êdî nikare di her têkiliyê de bimîne.

Nikare li her derê hebe.

Nikare her tiştî wekî heyî qebûl bike.

Ji ber vê hin derî carinan têne girtin.

Lê ev ne windahiyek e.

Ev parastina pûxta mirov bi xwe ye û mirov piştî demekê fêm dike;

Mirov nikare bu hemu heval, malbat û hogirên xwe re pêş bikeve.

Carinan pêşketin, dûrketinê dixwaze….


Some stories travel further when they are shared.


Previous
Previous

Der Mensch, die Wahrheit und das langsame Sich-Entfernen